Selamo
Quick Facts
Biography
Selamo, anku Selamo Selo, aktor û komedyenekî kurd e ku di 1966an de li Nisêbîna Mêrdînê (Bakurê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Ew heta sala 1981ê li Nisêbînê jiyaye, di sala 1982an de çûye bajarê Îzmîrê (Tirkiye).
Di salên 1990an de dest bi xebatê şanogeriyê kiriye. Wî di sala 1993an de koça Almanyayê kiriye, di Medya TV û Roj TV de bi skeçên xwe tê naskirin. Ji bilî van xebatan di radyoya Dengê Mezopotamya de sê salan bernameyeke komedî bi navê "Teşqele" amade û pêşkêş kiriye. Dû re di sala 2006an de dest bi xebata stand-up kiriye, cara pêşîn di sala 2007an de hat Amedê û di çarçoveya 7emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de bi listika xwe ya bi navê "Teşqele" derket pêşberî temaşevanan.
Di sala 2008an de di vekirina Navenda Çanda Mîtannî de li Nisêbinê lîstika "Teşqele 2" pêşkêş kir. Pişt re di 12ê çiriya pêşîn a 2008an de li Festîvala Çandî ya Qoserê bi lîstika bi navê "Paş û Pê" derket pêşiya temaşevanan.
Komedyen Selamo nuha nêzîkî Düsseldorfa Almanyayê dijî.
Çavkanî
Girêdanên derve
- Selamo Selo li ser Youtubê (28.03.2020)