peoplepill id: kawa-ibrahim
KI
Kurdistan
2 views today
2 views this week
Kawa Ibrahim
Kurdish musician

Kawa Ibrahim

The basics

Quick Facts

Intro
Kurdish musician
Places
Work field
Birth
Place of birth
Syria, Syria
Age
60 years
The details (from wikipedia)

Biography

Kawa Îbrahîm (Kamîran Îbrahîm) muzîkvanekî kurd e ku li gundê Letîfiyê nêzîkî bajarê Qamişlo di 1965an de li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Wî sala 1980 dest bi jenîn ûstranbêjiyê kiriye. Wî sala 1987an bawernameya amadeyî ya beşê zanistî li Sûriyê wergirtiye.

Kawa Îbrahîm li sala 1988ê Koma Senabil ya muzîkê damizrand û bi wê ku beşdarî çendîn boneyên niştimanî û neteweyî bû. Du salan derentir, 1990ê Koma Buhar ava kir. Wî herwiha serperiştê rahênanên Koma Xelat ya folklorê kurdî bû û di sedan ahengên millî û festîvalên niştimanî û neteweyî de li Qamişlo û Heleb û Libnanê beşdar bû.

Kawa Îbrahîm li Bingeha Hunerî ya Muzîkî ser bi xwendina taybetî ya wezareta perwerdeyê li Sûriyê ji alî Dr. M.E. Zaza li Qamişloyê xwendiye û sala 2001 tewaw kiriye. Wî wek mamostayê amîrê sazê, tembûrê û baxlemeyê li Bingeha Hunerî ya Muzîkî ta sala 2004an kar kir.

Pirtûka wî ya yekem Awazên Keskesorê ji stranênSeîd Yûsic li Bingeha hunerî li Qamişlo sala 2003an derçû.

Kawa Îbrahîmî li Festîvala Muzîka Neteweyî ya Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) sala 2005an beşdarî kiriye û tê de xelata rêzgirtinê wergirtiyeweku jenyarekî amûra biziqê.

Kawa Îbrahîm niha çavdêriya koma muzîkê ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê dike. Ew herwiha serperiştiya rahênanên Zanîngeha Selahedînê dike. Dîsan niha (sala 2006ê) li beşê muzîkê ya kolîca Hunerên spehî li zanîngeha Selahedênê dixwîne.

Çavkanî

The contents of this page are sourced from Wikipedia article. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.
Lists
Kawa Ibrahim is in following lists
comments so far.
Comments
From our partners
Sponsored
Kawa Ibrahim
arrow-left arrow-right instagram whatsapp myspace quora soundcloud spotify tumblr vk website youtube pandora tunein iheart itunes