peoplepill id: ferit-karahan
FK
Turkey
3 views today
3 views this week
Ferit Karahan
Turkish film director

Ferit Karahan

The basics

Quick Facts

Intro
Turkish film director
Places
Gender
Male
Place of birth
Muş Province, Turkey
Age
41 years
The details (from wikipedia)

Biography

Ferit Karahan (z. 4ê nîsana 1983an Mûş), derhêner û rexnegirê sînemayê û senaryonûsê kurd e.

Jînenîgarî

D sala 2006an de ji beşa elektrîkê ya Zankoya Marmarayê ya li Stenbolê mezûn bûye. Di dema xwendekariya xwe ya li Stenbolê de ew ji bo temaşekirina filman diçe BEKSAVê û li wir bi bandora temaşekirina filmên Tarkovskî biryara xwe dide ku bi sinemageriyê re mijûl bibe û bi vî awayî dest bi kursa sînemayê dike. Pêşî di Roj Tvyê de li ser arkeolojiya medbexa kurdî bername çêkirin. Wî di sala 2005an de bi kişandina kurtefîlmên Fotofobî û Analog dest bi kariyera xwe ya sînemayê kiriye. Di sala 2010an de bi navê Beriya Tofanê kurtefîlmek çêkir û ev film diyarî giyanê keça kurd Ceylan Önkolê û hemû zarokên mexdûrên şer kir. Bi vê filmê navê Ferît Karahan li cihana sînemayê belav bû. Ev fîlm beşdarî gellek festîvalên neteweyî û navneteweyî bû û ji van festîvalan hinekan xelat wergirtin. Yekemîn filmê wî yê metrajdirêj ê bi navê "Derbûyina Ji Bihûştê" di 50emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê de wek filmê herî baş hat hilbijartin û xelata Pirteqala Zêrîn bi dest xist.Ji sala 2002an heta 2006an derheqê semiyotikê de lêkolînan kiriye û di hin rojname û kovaran de rexnegiriya filman kiriye. Niha di kompanya FK Fîlm de wek derhêner û çêker dixebite.

Fîlmografî

Metrajdirêj

  • 2013: Derbûyîna Ji Bihûştê; Derhêner, Senarîst, Çêker
  • 2009: Press; Alîkarê Derhêner

Kurtefîlm

  • 2011: Xewna Yûsiv
  • 2010: Beriya Tofanê
  • 2010: Welatê Milyarderan
  • 2006: Mal an jî Heft Rojên Salo
  • 2006: Bûrjûwazî, Xwarinek û Piştî Wê
  • 2005: Analog
  • 2005: Festîvala Kurtefîlman ya Gerdûnî
  • 2005: Foto Fobî

Girêdanên Derve

Çavkanî

The contents of this page are sourced from Wikipedia article. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.
Lists
Ferit Karahan is in following lists
comments so far.
Comments
From our partners
Sponsored
Credits
References and sources
Ferit Karahan
arrow-left arrow-right instagram whatsapp myspace quora soundcloud spotify tumblr vk website youtube pandora tunein iheart itunes