Axayok, yek ji helbestvanekî kurd e.
Lê di derbarê jiyana wî de hema qet agahî tuneye. Tê texmîn ku ew di sedsala 16an jî 17an de jiyaye. Nayê zanin ku Ev helbestvan ji kuderêye.
Ev in dûrikên Axayok yê ku bi dest me ketine:
Axayok
Tawûs bi vî şiklê melîh, Şermendeyê saqê di reş Ew qijika gûxwer binêr Qij qij dikit elwan im ez. Şêrê ji heft bavê xwe şêr, Dawayî şêrî naketin Tûlepîsê heft kûçikan Ewew dikit erslan im ez. Nanê cehî têr naxwitin Tiştek di malê da niye Simbêl û çavan bel dikit Zobaşiyê qewman in ez. Fezl û terîqa neqşebend Ger ew bi şorbe germ biya Ew dîzika şorbe di nêv Dê şêxê Bestamî biya Fezl û terîqa sofiyan Ger ew bi reh beh'ta wicûd Ew nêriyê lehyetewîl Dê bê guman sofî biwa Fezl û terîqa aliman Ger ew bi şaşa gir biya Cismê kulindê ser mezin Dê qazî beyzawî biwa. Fezl û terîqa qadirî Ger teq teq û şeq şeq biya Ew şeqşeqa asî, yeqîn Dê qutbê gêlanî biwa.
|
Çavkanî