peoplepill id: ahmet-aras-1
AA
4 views today
5 views this week
The basics

Quick Facts

Gender
Male
The details (from wikipedia)

Biography

Ahmed Aras yek ji lêkolînvan û nivîskarê kurd e.

Di sala 1944an li gundê Melle Osman ya Qereyazî yê ji dayik bû. Di sala 1970î de li Zaningeha Erzerom ê Fakûlta Îktîsadê beşa aborîzaniyê qedand. Di salên 1965-66an de ji ber sedemên siyasî haten girtin. Di sala 1969´î de dest bi nivîskariya pisporî kir û di hin rojname û kovarên girîng yên wê demê de li ser kêşeya kurd nivîsaran nivîsand. Piştî damezrandina Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP), dest bi xebatên siyasî kir. Piştî 12'ê adara 1970î da ji ber îdareya leşkerî çû derveyî welêt û li Swêd bi cîh bû. Heta sala 1978an li wê derê mamostetiyê kir. Di sala 1977´î de vegeriya welêt. Di sala 1979an mala xwe bir Îzmîrê.

Beriya sala 1980an demekê di DİSKê de (Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger) xebitî. Piştî 1980î ji aliyê rejîma leşkerî ve carekê din hate girtin. Di sala 1963an de di rojnameya Dîcle-Firatê de nivîsên wî hatin weşandin. Di kovarên Ant (Sond), Emek (Ked), Yürüyüş (Meş), Azadî û Ronahî yê de nivîsên wî hatin weşandin. Ahmet Aras li ser berhevkirinên zargotina kurdî gelek xebatên bêhempa kirine.

Berhem

  • Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Lêkolîn, Weşanên Deng, Cotmeh 1996, Stenbol, 216 rûpel.
  • Ker û Kulîlk, Destan, 1993 (Li Swîsreyê bi zimanê Elmanî hate çapkirin.)
  • Siyabend û Xecê, Destan, Îzmîr, 1993, 77 rûpel.
  • Serhildana Seyîdan û Berazan, Weşanên Pêrî, 2009, 167 rûpel.

Girêdanên derve

The contents of this page are sourced from Wikipedia article. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.
Lists
Ahmet Aras is in following lists
comments so far.
Comments
From our partners
Sponsored
Ahmet Aras
arrow-left arrow-right instagram whatsapp myspace quora soundcloud spotify tumblr vk website youtube pandora tunein iheart itunes