peoplepill id: adil-zozani
AZ
Kurdistan
3 views today
3 views this week
Adil Zozani
Kurdish journalist and writer

Adil Zozani

The basics

Quick Facts

Intro
Kurdish journalist and writer
Places
Birth
Place of birth
Hakkâri, Turkey
Age
55 years
The details (from wikipedia)

Biography

Adil Zozanî nivîskar û rojnamegerekî kurd e yê ku di sala 1970'î de li Colemêrgê hatiye dinyayê.

Zozanî ji sala 1990'î pêve dest bi karê nivîsandinê kiriye. Yekemîn berhema wî ya bi zimanê kurdî teksteke tiyatroyê ye. Ev tekst bi navê 'Van Gulan' di kovara Newrozê de wekî tefrîka hate weşandin. Ji bo demeke dirêj di kovara Newroz û piştre jî rojnameya Newrozê de nivîsên wî hatin weşandin.

Ji ber nivîsên wî yên di van weşanên navborî de hatine weşandin û berpirsiyariya wî ya karê nivîsan hate darizandin. Nêzî sal û nîvan di girtîgehê de ma. Ji sala 2000'î pêve dest bi weşangeriya dîtbarî jî kir.

Di sala 2001'î de yekemîn romana wî ya bi navê 'Kejê' hate weşandin. Romana Zozanî ya duyem 'Mişextî' jî di adara 2009'ê de hate weşandin. Zozanî ji sala 2004'î û pêve li Amedê bi cih bûye û li wir dijî.

Adil Zozanî di 23'ê adarê 2006'î de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekemîn car weşana bi zimanê kurdî pêk anî. Bernameya 'Dergûşa Çandê' amade dike û pêşkêşvaniya wê dike.

Zozanî her wiha di nav koma xebatê ya yekemîn rojnameya rojane ya bi zimanê kurdî Azadiya Welat de cih girtiye. Zozanî di rojnameya Azadiya Welat de ligel qunciknûsiyê, di heman demê de edîtoriyê jî dike. Her wiha ligel karê rojnamegeriyê xebatên xwe yên wêjevaniyê jî didomine.Zozanî zewiciye û du zarokên wî hene.

Berhemên wî

  • Kejê (Roman), nîsan, 2001.
  • Mişextî (Roman), adar, 2009.
The contents of this page are sourced from Wikipedia article. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.
Lists
Adil Zozani is in following lists
comments so far.
Comments
From our partners
Sponsored
Adil Zozani
arrow-left arrow-right instagram whatsapp myspace quora soundcloud spotify tumblr vk website youtube pandora tunein iheart itunes