Xalid Axaye Zebari
Quick Facts
Biography
Xalid Axayê Zêbarî helbestvanekî kurd e.
Xalid Axa yê Zêbarî/Zîbarî di 1827an de li Gundê Şêniyê hatiye dinyayê û di dawiya salên sedsala 18an de jî çûye dilovaniya xwe.
Gundê wî dikeve deşta Zê, li nav eşîra Zêbariyan, ku dikeve Rojhelata Amêdiyê. Xalid, kurê Şêx Hiseyn e. Bapîrê wî Şêx Xalid kurê Şêx Hiseynê Zîbarî ye. Xalid Axa li Cizîra Botan, xwendiye. Herweha wî li hin xwendegehên herêmê yên din jî xwendiye û li gelek şûnewarên şên yên li çiyayên Botan geriya ye. Piştre ew şûnde vereriyaye qeza Amêdiyê û li wir jiyana xwe domandiye, ta ku çûye ber dilovaniya Xwedê.
Xalid Axayê Zêbarî ji binemala axan e, ku bi navê Axazade di berê da bi nav dikirin. Ew ji gundê şîniyê ye li Rojhelata Amêdiyê li Deşta Ziyê ye. Her wekî tête gotin li ser çax û demê Mele Mensûrê Girgaşî û Bateyî yan paşî wan bi heyamekî, bi çend sala jiya ye, ku li dûmahiya sedê panzdê û Sedê şanzdê, ku di hinde berperêt niviştêt feqan da wekî Enwarê dikevine Namexana Mele Yehyayê Mizûrî (Minzûrî) li Amêdiyê, li navbera (905-974)ê Mişextê jiya ye.
Helbestek Zêbarî
Felek naket digel min yarê qet Xilas nabim ji ah û jarê qet Xemîra min ji muhra muhrê Xan e Neşêm êdî bikem înkariyê qet Dilê sûzek ji işqê tê nebîtin Bi kêr nahêt biket serdayê qet Qewî nabim ji mehrûyan te´eceb Neken perwarê bê îqrarê qetDi işqê lewme nîne û nabit munker Nehin ageh ji mewta cariyê qet Tewafa gerdenê carek mi kiribû Jibîr nakem ewê yekcarê qet Çi sir bîtin ji werdan ger dinasî Nebûn aciz ji dama xariyê qet Bi heft avan bişoyî Laxerî xwo Meger de´wa xwo tu li Zêbarî qet. |
Çavkanî
- ↑ Abdurrahman Adak, Mexles di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de.
- Kovara Nûdem, lêkolîna Zeynelabidîn Zinar