Ismet Chériff Vanly
Quick Facts
Biography
Îsmet Şerîf Wanlî (bi nivîsguhêriya fransî, Ismet Cheriff Vanly, 21'ê sermawezê, 1924 - 9'ê sermawezê, 2011 Lozan ) profesor û siyasetmedarekî kurd bû.
Jiyan
Profesor Îsmet Şerîf Wanlî, di 21.11.1924'an de li taxa kurdan a bajarê Şamê hatiye dinê. Dê û bavê wî kurd bûn û ew jî li Şamê hatine dinê. Bav û kalên Wanlî, di dawiya sedsala 19'an de ji Bakûrê Kurdistana koçberê Şamê bûne û li wir jiyana xwe domandine. Wî li taxa Kurdan dibistana destpêkê xwendiye. Li ser deriyê vê dibistanê bi nivîsa erebî nivîsiye ku ev dibistan ji aliyê Adîle Xatûn xwîşka Selahedînê Eyûbî daye çêkirin. Wanlî di xortaniya xwe de ji dîrokzaniyê hez kiriye, bi taybetî dîroka kurd. Wî ji werzişê jî hez dikir. Li taxa kurdan, li Şamê tevî çend hevalên xwe yên xort nadiya xortan ya werzişê bi navê Nadî Kurdistan ya Futbolê damezrandiye. Xwandina xwe li Şamê û Lûbnanê pêk anî û dîploma xwe li Suryeyê wergirt. Bekaloriya bi zanînên siyasî, li zanîngeha dadmendî a Frensî wergirtiye û dîsan li Zanîngeha Amerîkî a li Lûbnanê xwendiye. Zimanê feransî, erebî û îngilîzî baş dizanî bû.
Wanlî di salên 1940'an de têkiliyên wî serkirdeyên Komeleya Xoybûn re çêbû. Wî Mîr Celadet Bedirxan-Memduh Selîm, Qedrî Cemîl Paşa û Ekrem Cemîl Paşa, dîsa li Şamê wî Doktor Nuredîn Zaza û Qedrîcan naskirin. Li Beyrût wî Dr. Kamîran Bedirxan naskir û têkilyên xwe pê re xurt kir.
Di 29.11.1948'an de ji bo xwendinê hat Swîsreyê. Li zanîngeha Lozanê huqûq xwend û bawernama doktorayê bi zanîna siyasî anî û li zanîngeha Cenewrê wî bawernama master li ser dîrokzaniyê wergirt. Dû re li zanîngeha Sorbonne li Parisê ew bû mamostayê dîroka Kurdistan û ders dane.
Di destpêka şoreşa Îlonê ya başurê Kurdistanê de bû nûnerê Mela Mistefa Barzanî û ket nav siyasetê. Wanlî komîtek ji bo mafên gelê kurd li derveyê welat sazkir.
Di sala 1956'an de tevî 18 hevalên xwe Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa damezrand û ji sala 1958 heta 1962 Wanlî serokatiya vê komeleyê kir. Di sala 1960'an de beşdarê kongreya Xwendekarên Cîhanî bû li Bexdayê ew wek nûnerê xwendekarên Kurd bû. Wê demê wî Barzanî naskir. Ji bo karên siyasî ew pir caran çû başûr û rojhilatê Kurdistan û têkilî bi şoreşê re danî.
Profesor Wanlî di sala 1970'an de bawernameya xwe ya doktoriyê wergirt, bawernama wî lêkolînek li ser şoreşa başurê Kurdistan bû. Di sala 1985'an bi hin hevalên xwe ve (Yekîtiya Huqûqzanên Kurd li Ewropa) damezrand û serokatiya vê saziyê kir. Wan belavok an jî çara gerdûnî ya mafên gelê Kurd derxist û li Parisê bi zimanê frensî çapkir.
Ji aliyê desthilatdariya leşkerî ya Sûriyê hukmê îdamê ya xeyabî ji bo Mamoste Wanlî derçû.
Piştî şikestina şoreşa başûr di sala 1975'an de, rejima beas ew dewetî Iraqê kir. Lê dema vegere Ewropayê di 7.10.1976'an de hêzên Iraqê hewl dan ku wî bikujin.
Di sala 1995'an bû Serokê Înstîtûta kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlînê. Dîsa wî salî bû endamê Parlemanê Kurdistan li derveyî welat (PKDW). Di sala 1999'an de bû serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).
Îsmet Şerîf Wanlî di 9'ê sermaweza 2011'an de li Lozana Swîsreyê çû ser dilovaniya xwe.