peoplepill id: ayfer-duzdas
Ayfer Duzdas
The basics
Quick Facts
The details (from wikipedia)
Biography
Ayfer Düzdaş (jdb. 1973 li Sêwasê, Bakurê Kurdistanê), stranbêjeke kurd e.
Li gundê Aldîwazê ya bi ser Hafikê ya Sêwasê hatiye dinê. Malbata wê di komkujiya 1938an de ji Dêrsimê reviyane Erzinganê û ji wir jî derbasî Sêwasê bûne. Heya neh saliya xwe li Sêwasê maye. Piştî wê malbata wê koçî Stembolê kiriye.
Ayfer Düzdaş di sala 1996an de li NÇMê dest bi perwerdehiya muzîkê û baxlemayê kir. Di sala 1998an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê de dest bi perwerdehiya şan û kemanê kir. Piştî perwerdehiya du salan di Koma Venge Sodirî ku bi zimanê zazakî muzîkê dike û di Koma Asmîn a ji 11 jinan pêk hatibû de cih digire. Yekem albûma wê ya solo sala 2008an derket.
Dîskografî
- 2000 − Şahiya Stranan 1, Kom Muzîk
- 2001 − Wayîr, bi koma Vengê Sodirî
- 2006 − Şahiya Stranan 2, Kom Muzîk
- 2006 − Annadolu Ninnileri (Lorîkên Anatoliyayê)
- 2008 – Leylan, Solo, Kom Muzîk
Girêdanên derve
- (tirkî) Malpera fermî ya Ayfer Düzdaş
- (kurdî) Ayfer Duzdaş: Di muzîka kurdî de xitimînek heye, Hevpeyvîn: Îsmaîl YILDIZ, 24.02.2008, DIYARNAME
- (kurdî)HEVPEYIVÎN BI AYFER DUZTAŞ RE, Salihê Kevirbirî, NETKURD
The contents of this page are sourced from Wikipedia article.
The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.
Lists
Ayfer Duzdas is in following lists
By field of work
By work and/or country
comments so far.
Comments
Credits
References and sources
Ayfer Duzdas