Mahabad Felat Arda

The basics

Quick Facts

isWriter
Work fieldLiterature
The details

Biography

Mahabad Felat Arda nivîskarekî kurd e.

Di sala 1966an de li bajaroka Farqînê ku li ser bajarê Amedê ye hatiye dinê. Xwendina xwe ya sereta, ya navîn û lîseyê li Farqînê kiriye. Heft salan li bajarê Mersînê maye û li wir di avakirin û rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan de cî girtiye. Di heman demê de nûneriya kovara Özgür Halkê ya herêmê kiriye. Di sala 1992yan de bi navê Salar Amedî ji bo Rojnameya Welat gotar nivîsîne. Di dawiya heman salê de derketiye Ewropayê. Di sala 1995an de di rêveberiya MED-TV de cî girtiye û demekê bi navê Mahabad Amedî ji rojnameya Özgür Politikayê re gotar nivîsîne. Çend gotar ji bo rojnameya Axîna Welat û ji hin malperên kurd re jî bi navê Felat Arda nivîs û helbest nivîsîne.

Mahabad Felat Arda ji sala 1999an ve li Swêdê dijî û ji nîsana sala 2005an ve jî berpirsyarî û edîtoriya malpera amidakurd.net'ê dike. Heya niha bi sedan gotar û helbest nivîsîne. Her wiha ji bo xizmeta çand ziman, wêje û hunera kurdî, bi komek hevalê xwe re komeleyek bi navê Komeleya Perwerdeyî, Wêjeyî, Çandî û Hunerî ya Kurd (PERKURD) damezirandine û Mahabad Felat Arda 3 salan serokatiya vê komelê kiriye.

Di navbera salên 2014 û 2017an de perwerdeya pedagojiyê dîtiye û niha li Swêdê mamostetiya zimanê dayikê dike.

Mahabad Felat Arda bi komek mamosteyên din re kovareka bi navê "Modersmål" (Zimanê Dayikê) derdixe û edîtorî û berpirsyariya weşana kovarê dike.

Berhem: Roman: Zagros û Zerdest - Wesanxaneya Lîs - Amed - Adara 2011, Helbest: Pêtî - Weşanxaneya Lîs - Amed Berfanbara 2017

The contents of this page are sourced from Wikipedia article on 06 Jan 2020. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.