Enwer Mehemed Tahir

Kurdish poet
The basics

Quick Facts

IntroKurdish poet
PlacesKurdistan
isPoet
Work fieldLiterature
The details

Biography

Enwer Mehemed Tahir çîroknûsekî kurd e.

Enwer Mehemed Tahir di sala 1949an de li gundê Êtîtê, nêzîkî bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Duhokê xwendiye û di sala 1974an de beşê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê bi zimanê erebî dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala 1967an de belav kiriye. Paşê dest bi nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe di sala 1972an de, di kovara Hîvî de –li Duhokê derdiket– belav kiriye. Gotarên rexneyî û nivîsînên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine, di festîvalên edebî de, li Kurdistana Başûr, beşdarî kiriye.

Heta niha du pirtûk çap kirine:

  • Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana Başûr, 1983.
  • Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana başûr, 1988.

Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:

  • Kitêbeke kurteçîrokan.
  • Kitêbeke çîrokên zarokan.

Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana Başûr dijî.

The contents of this page are sourced from Wikipedia article on 06 Jan 2020. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.