Biography
Lists
Also Viewed
The basics
Quick Facts
The details
Biography
Ebas Ehmed (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abbas Ahmad) di sala 1969an de li Başûr-Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Li Sûriyê perwerdehiya muzîkê wergirt. Di 1990î de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kir. Di navbera salên 1990 û 1996an de pênc albûmên amatorî weşand. 1996an koçberî Elmanyayê kir. Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewrûpayê konseran da. Pênc albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996), Deynek (1997), Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).
Ebas Ehmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên muzîka cîhanî lê muzîka kurdî guncandîye. Ebas Ehmed bi taybetî şêweyên pop-rockê ji bo di muzîka xwe de bi kar anî. Bi taybetî ciwanên bajarî yên kurdan ji berhemên wî hez dikin.
Albûm
- Keça Delal (1996)
- Deynek (1997)
- Barana Tirsê (2000)
- Mêvana Xewnê (2003)
- Bi Tenê (2007)