Adil Zozani

Kurdish journalist and writer
The basics

Quick Facts

IntroKurdish journalist and writer
PlacesKurdistan
isWriter Journalist
Work fieldJournalism Literature
Birth1970, Hakkâri, Turkey
Age55 years
The details

Biography

Adil Zozanî nivîskar û rojnamegerekî kurd e yê ku di sala 1970'î de li Colemêrgê hatiye dinyayê.

Zozanî ji sala 1990'î pêve dest bi karê nivîsandinê kiriye. Yekemîn berhema wî ya bi zimanê kurdî teksteke tiyatroyê ye. Ev tekst bi navê 'Van Gulan' di kovara Newrozê de wekî tefrîka hate weşandin. Ji bo demeke dirêj di kovara Newroz û piştre jî rojnameya Newrozê de nivîsên wî hatin weşandin.

Ji ber nivîsên wî yên di van weşanên navborî de hatine weşandin û berpirsiyariya wî ya karê nivîsan hate darizandin. Nêzî sal û nîvan di girtîgehê de ma. Ji sala 2000'î pêve dest bi weşangeriya dîtbarî jî kir.

Di sala 2001'î de yekemîn romana wî ya bi navê 'Kejê' hate weşandin. Romana Zozanî ya duyem 'Mişextî' jî di adara 2009'ê de hate weşandin. Zozanî ji sala 2004'î û pêve li Amedê bi cih bûye û li wir dijî.

Adil Zozanî di 23'ê adarê 2006'î de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekemîn car weşana bi zimanê kurdî pêk anî. Bernameya 'Dergûşa Çandê' amade dike û pêşkêşvaniya wê dike.

Zozanî her wiha di nav koma xebatê ya yekemîn rojnameya rojane ya bi zimanê kurdî Azadiya Welat de cih girtiye. Zozanî di rojnameya Azadiya Welat de ligel qunciknûsiyê, di heman demê de edîtoriyê jî dike. Her wiha ligel karê rojnamegeriyê xebatên xwe yên wêjevaniyê jî didomine. Zozanî zewiciye û du zarokên wî hene.

Berhemên wî

  • Kejê (Roman), nîsan, 2001.
  • Mişextî (Roman), adar, 2009.
The contents of this page are sourced from Wikipedia article on 03 Mar 2020. The contents are available under the CC BY-SA 4.0 license.